Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Piştî sê salan di doza mirina 301 karkerên kanaya madenê ya li Somayê de dadgehê biryara xwe aşkere kiriye.
Heyeta dadgehê bi hinceta ku "di encama kêmasiyan de bûye sedema mirovan" 15 sal cezayê girtîgehê li Can Gurkan, Serokê Lijneya Birêveber a Şîrketa Komirê ya Somayê biriye. Gurkan her weha heta sê salan wê nekarîbe karê madeniyê bike.
Dîsa bi heman hincetê 15 sal cezayê girtîgehê daye Ramazan Dogrû, Midûrê Giştî yê heman şîrketê û Îsmaîl Adali Alîkarê Midûrî û biryar daye ev ceza bê girankirin. Li gorî vê encamê 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Dogrû û Adaliyî hatiye birîn.
15 sal cezayê girtîgehê li Akin Çelîk Midûrê şîrketê û Ertan Ersoy Endezyarê Madenê hatiye birîn. Dadgehê cezayê wan derxistiye 22 sal û 6 mehan û ji şeşan yekê wê hatiye daxistin. Li gorî biryara dadgehê Çelîk û Ersoyî 18 sal û 6 meh cezayê girtîgehê standine.
Dadgehê her weha biryara serbestiyê ji bo van kesan nedaye ku wê girtî bimînin.
Xwediyê şîrketê beraet kiriye
Xwediyê şîrketa kanayê Alp Gurkanî di encama biryara heyeta dadgehê de beraet kiriye ku dozgerî di nêrîna xwe ya esasî ya derbarê dozê de ew weke “berpirsê esasî” nirxandibû û daxwaza girtina wî kiribû. Li gel Gurkanî ji bo 36 kesên din jî biryara beraetê hatiye dayin.
Heyeta dadgehê her weha ji bo berpirsê vardiyayê Mehmet Alî Gunay Çelîk ku nehatibû girtin 13 sal cezayê girtîgehê daye, lê “ji ber sekna wî ya erênî ya li dadgehê” ceza daxistiye 11 sal û 8 mehan.
Dîsa 10 sal cezayê girtîgehê du berpirsên din ên vardiyayê Yasîn Kûrnaz û Hilmî Kazik, li berpirsê rewşa awarte Halûk Evînç, çavdêrên daimî Hilmî Karakoç, Huseyin Alkan û Mehmet Erez û Fûat Unal Aydinî hatiye birîn û heyata dadgehê ceza daxistiye 8 sal û 4 mehan.
Mûrat Bodûr endezyarê perwerdeyê jî 6 sal û 3 meh ceza xwariye.
Malbatan bertek nîşan daye
Piştî ku biryara dadgehê hatiye aşkerekirin malbatên karkeran bertek nîşan dane û li ser vê heyeta dadgehê ji salona dadgehê derketiye. (TP/FD)