Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber zêdebûna bihayê kirêyan kirêdarên Berlînê protesto kiribûn. Piştî protestoyan dewletê biryar dabû ku ji bo 5 salan kirê dê neyê zêdekirin.
Dewletê piştî vê biryarê li çaryana Karl-Marxî 670 daîre kirîne. Bi vî awayî tê çaverêkirin ku bihayê kirêyan kêm bibe.
Şirketên emlakê li ser bihayê kirêya xaniyên li çaryana Karl-Marxî li hev nekiribûn. Tê texmînkirin ku dewlet dê ji bo kirîna wan zaniyan 90-100 milyon Euroyan bide.
Çi bûbû?
Senatoya Berlînê 18ê Hezîranê biryar dabû ku li Berlînê 5 salan zêdekirina kirêya xaniyan qedxe ye. Xwediyên xaniyan ji bo temîrkirina xaniyê xwe heke bixwaze heqê kirêyê zêde bike divê pesendnameyeka fermî bistînin.
Ji sala 2007ê heta niho ji sedî 117 kirêya xaniyan zêd bûye. Sala 2018ê kirê ji sedî 13 hatibû zêdekirin. Tê diyarkirin ku ji ber bajar popûler dibe gelek kes bar dikin bajarî bû ji ber vê yekê kirê tê zêdekirin.
Welatîyan ji bo kêmkirina kirêyê bi dehan caran protesto kiribûn û kampanyayên îmzeyan dabûn dest pê kirin. Kampanyayek hatibû destpêkirin û ji bo kampanyayê 70 hezar îmze hatibûn komkirin.
Piştî biryara ji bo Berlînê welatî çaverê ne ku heman biryar ji bo bajarên dî yên Almanyayê jî bê dayin.
(AÎ/HA/MB)