Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ji aliyên şerên li Helepê re bangewaziyê kir ju bila destûr bidin NYê ku ji bo wan sivîlên ku li wir asê mane re alîkariyan bigihînin.
Steinmeier got: ‘Divê welatiyên sivîl werin parastin ku felaketeke mezintir neyê serê wan’ û daxwaz kir ku divê korîdoreka alîkariyê were vekirin.
Steinmeier di daxuyaniya xweya ku daye rojnameya Bildê de ji bo gihandina pêdiviyan bi girîngî behsa agirbestê kir û got ku divê rejîma Esadî êdî êrişên xwe yên li dijî sivîlan bi dawî bikin.
Steinmeier di axavtina xwe de got ku ji bo rê li Helebê rê li ber felaketeke mezin were girtin, berbirsyariyeke mezin dikeve ser milê Rûsyayê jî.
Korîdoreke bi ewle
Rûsyayê gotibû ku ji wan kesên sivîl û çekdarên ku çek berdin re wê korîdoreke bi ewle were vekirin ku ji bajêr derkevin.
Lêbelê Rêxistina Bexişînê her çiqas ku Rûsya gotibe wê korîdor vebe jî, ew yek wê encameke baş dernexîne holê û li bajêr stoka zexîreyê jî wê heta 2 hefteyan xelas bibe.
Direktorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Rêxistina Bexişînê Philip Luther beriya niha ragihandibû ku sivîlên li Helebê bi ti awayî baweriya xwe bi Esad re naynin.
(YY/YO)