Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Almanyayê biryara ji bo şandina girtîyekê ji Tirkiyeyê yê li Almanyayê betal kir. Piştî parêzerên girtîyî diyar kir dibe yê girtî “li Tirkiyeyê rastî îşkence û miameleya nemirovî bê” dadgehê ev daxwaz di rê de dît.
Dadgehê eşkere kir, delîlên diyar dikin girtî dê li Tirkiyeyê rastî îşkenceyê bê ciddî ne. Girtîyê piştgirê DAIŞê ji bo Tirkiyeyê nehat rêkirin.
Bixwîne - Almanyayê welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê ji bo "girtinên kêfî" hişyar kir
Dadgeha Berlînê, di sala 2015ê de ew kesê girtî dad kiribû û tespît kiribû ku ew kesê girtî nêzîkî cimaetên Selefî ye, yek ji endamên rêxistina terorî ya Yunud El Şamê ye.
Dadgehê 3,5 cezayê girtinê dabû wî kesê girtî.(PT/MB)