Hejmara kesên îsal li Almanyayê hatine dersînorkirin li gorî par zêdetir bûne. Parlamentera Partiya Çep Clara Bungerê ji bo bibersivîne pêşnûmeyek pêşkeşî meclîsê kir. Wezareta Karên Navxweyî bersiv da. Bersiv, ji aliyê Neue Osnabürcker Zeitung ve hate weşandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ku ji DW Turkî wergirtiye; di 10 mehên destpêkê ên îsal de Almanyayê 13 hezar û 512 kes dersînor kir. Ev hejmar par 12 hezar û 945 bû.
Hejmara kesên di dema koronavîrûsê de hatine dersînorkirin kêmtir bû. Di sala 2020an de 10 hezar û 800 kes, di 2021ê de jî 11 hezar û 982 kes hatibûn dersînorkirin. Beriya pandemiyê di sala 2019an de 22 hezar û 97 kes hatibûn dersînorkirin.
Almanyayê Îsal herî zêde kesên dersînorkirî şandin Avusturya, Gurcistan, Makedonyaya Bakur, Moldova, Albanya û Tirkiyeyê.
Her weha li gorî heman çavkaniyê di navbera Kanûna Paşiyê -Çiriya Pêşiya îsal de 755 kes dersînorî Tirkiyeyê hatin kirin. Di tevahiya sala 2022an de ev hejmar 515 bû.(AY)