Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li ser wê bûyerê daxuyanî da ku destûr nedan parlamenterên Almanî bikevin Baregeha Încîrlîkê. Merkelê got ku wê gotûbêjên bi Tirkiyê re berdewam bikin û ew li hemberî Încîrlîkê li alternatîfên din digerin.
Merkelê aşkere kir ku Urdin yek ji alternatîfan e.
Ji bilî Urdinê navê Kuweyt û Qibrisê jî di nava wan ciyan de derbas dibin ku leşkerên Almanyayê lê bên bicîkirin.
Wezareta Almanyayê ji bo astengkirina ketina parlamenterên Almanyayê ya Încîrlîkê û serdana parlamenteran a ji bo leşkerên wezîfedar, gotibû ku “teqez nayê qebûlkirin”.
Merkelê jî got ku “Artêşa Almanyayê artêşa parlamentoyê ye, ji ber wê teqez divê parlamenterên me serdana leşkerên me bikin”.
Çi bibû?
Heyeta ku ji Serokê Komisyona Berevanîyê ya Meclîs a Federal a Almanyayê Wolfgang Hellmich û endamên komisyonê pêk tê, ji bo zanyariyên derbarê rewşa têkoşîna li dijî DAIŞê bistînin û çavdêriya rewşa leşkerên Almanyayê bikin demek berê ji hikûmeta Tirkiyê daxwaz kiribûn ku serdana Baregeha Încîrlîkê bikin.
Dihate payîn ku serdan 16ê Gulanê pêk bihata.
Tirkiyeyê daxwaza sêrdana Încîrlîkê ya parlamenterên endamên Komisyona Berevaniyê ya Meclîsa Federal a Almanyayê qebûl nekiribû. (YY/FD)
Çavkanî: DHA, Deutsche Welle Tirkiye