Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Almanyayê derbarê gotinên Tayyip Erdogan yên “Heke hûn zêdetir herin emê deriyên sînoran vekin' de bersiv hat da û got: “Tehdît fêde nakin.”
Berdevkê Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel Ulrike Demmer bersiva Serokomar Erdogan da û got: "Peymena penaberan a navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê ji bo herdu aliyan jî bi fêde ye, herwiha tu fêdeya tehdîdan tuneye. Eger hin pirsgirêk hebin jî divê bi diyalogê were çareserkirin."
Çi bûbû?
Piştî di encama dengdana li Parlementoya Ewropê de pêşniyaza “Muzakereyên bi Tirkiyeyê re bidin sekinandin” hat qebûlkirin, Erdogan wiha gotibû:
“Li seranserê cihanê bi milyonan zarokên wekî Alan Kurdî û Ûmran li benda rehm û şefqetê ne, ma heta niha ji bo wan gavek hatiye avêtin? Na. Hûn tucarî li hemberî însaniyetê dirist nebûn û bi çavekî rast we li însaniyetê temaşe nekir.
“Em 3-4 milyon penaber li vî welatî xwedî dikin, soza ku we da we bi cih neanî.
“Ev 53 sal in hûn mûeyîdeyan datînin ser Tirkiyeyê we çi kir. Tirkiye bi mûeyîdeyan hilnaweşe."
(YY/YO)