Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Steffen Seibertî Berdevkê Hikûmeta Almanyayê bangewazî kir ku welatiyên Almanyayê yên ji ber hincetên siyasî li Tirkiyeyê girtîne serbest bimînin.
Seibertî got rewşa Denîz Yucelî zerarê dide têkiliyên dualî.
Li gorî nûçeya ku di Deutshce Welle Tirkî de hatiye belavkirin, Berdevkê Hikûmetê Seibertî li Berlînê axiviye û diyar kiriye ku, “Hikûmeta Federal wê di dahatûyê de jî bi hemû çavkaniyên xwe yên siyasî û dîplomatîk xebatê ji bo serbestiya Denîz Yucel û herweha hemû girtiyên Alman bi kar bîne.”
Berdevkê Hikûmetê derbarê rojnameger Denîz Yucelî de wiha berdewam kir ku piştî 2 hefteyan (27ê Sibatê) wê salek di ser girtina wî re derbas bibe; “Bêyî ku îdianameyek û pêvajoya dadgehkirinê ya guncah hebe girtineke dirêj derbas bûye ku ev jî zirarê dide têkiliyên di navbera Almanya û Tirkiyeyê de.”
Çi bûbû?
Nûçegihanê Tirkiyeyê yê Die Weltê, Denîz Yûcel 13 rojan li navenda polîsan hat desteserkirin. Dadgehê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê û ji bo dijminî û kîndariyê tehrîkkirina gelî” biryara girtina wî da.
Yûcel di 14ê Sibatê de ji ber nivîseka wî hatibû desteserkirin. Wî nivîsek li ser E- Maîlên wezîrê enerjiyê, Berat Albayrakî nivîsîbû ku RedHeckê bi destxistibûn.
Ji ber heman lêpirsînê Tunca Ogreten, Omer Çelîk û Mahîr Kanat jî hatine girtin.Li gor nûçeya Sabahê ya di 25ê Kanûna Pêşiyê de hatî nivîsîn, di heman rojê de 9 rojnameger hatine desteserkirin lê ji ber ku Denîz Yûcel li derveyî welatî ye nehatiye desteserkirin. (EKN/FD)