Allan Kaval, rojnameger kurd, li Fransayê hêjayî “Xelata Albert Londres-2020” hatiye dîtin. Ev xelat li Fransayê yek ji girîngtirîn xelatên rojnamegeriyê ye.
Xelat ji ber nûçeya Kavalî ya bi navê “Li dojeha Sûriyeyê-Mirina hêdî hêdî ya cîhadîstên girtî”.
Kavalê nûçegîhanê Le Monde-ê ye, ev nûçe di 31ê Çiriya Pêşiyê ya 2019an de li bajarê Hesekê yê Rojavayê çêkiribû ku behsa cîhadîstên girtî yên li Girtîgeha Hesekê kiriye.
Allan Kavalî di Çiriya Pêşiyê ya sala 2020an de bi heman nûçeyê Xelata Bayeuxê wergirtibû ku didin nûçegîhanên şerî û hêjayî Xelata Ouest-France Jean Marin hatibû dîtin.
Kavalî ji AFPyê re gotiye “Ez gelekî serbilind im. Lê li paş her raportekê, bêguman nêzikî 10 kes hene ku qet behsa alikariya wan nayê kirin.”
Li Qerebaxê birîndar bûbû
Allan Kaval di dema şerê Qarabaxê de birîndar bûbû. Rojnameya Le Mondê aşkere kiribû ku Kaval û Rafael Yaghobzadeh, fotograferê nûçeyan di saetên sibehê yên 1ê Çiriya Paşiyê de li bajarokê Martûnî yê Qerebaxê birîndar bûne. Li gorî heman nûçeyê Kaval û Yaghopzade di encama bombearana hêzên Azerbaycanê birîndar bûne. (FD)