Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor lêkolîneka li rojnameya Wall Street Journalê hatî weşandin, Gmail destûrê dide sepan û bernameyên bikarhêneran ku naveroka e-nameyên wan bibînin.
Piştî skandala "Cambridge Analytica”yê ku agahiyên bikarhênerên Facebookê berhev dikirin, vê carê tê îdiakirin ku Gmailê jî agahiyên şexsî parvekirine.
Par xwediya Gmailê, Google dîsa bi heman sûcî hatibû sûcdarkirin. Birêvebirên malperê diyar kiribûn wan gavên ji bo ewlehiya agahiyên kesane avêtine. Lê rapor diyar dike ku Google li ser ya xwe maye. Ew agahiyan parve dike.
Bixwîne - Facebook: Agahiyên 87 milyon bikahêneran hatine bidestxistin
Return Path yek ji şirketan e ku agahiyên li e-nameyan berhev dike. Gelek kes bi e-posteya xwe hin sepanan vedikin. Ev rê dide ew sepan agahiyên bikarhêneran bibîne. Return Path rojane agahiyên li ser nameyên elektronîk yên nêzîkî 2 milyon kesan dibîne.
Raqîba Return Pathê ya bi navê eData Source dibêje ev karekê ji rêzê yê şirketan e.
Google: Rast e
BBCyê ji Googleyê pirsiye û wê diyar kiriye ku agahiyên li ser e-nameyan ne bi tenê kompîter dibîne herweha sepanên lê hatî barkirin jî dibînin.
(EÜ/PT/MB)
Sepan: Bernameyên dîjîtal yên amûrên dîjîtal in.