Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê dadê, Abdulhamid Gûlî li meclîsê bersiva pirsên wekîlan daye. Piştî ku jê hatiye pirsîn gelo ÎYÎ Partî jî dê alîkariya xezîneyê bistîne an na, wî gotiye da ku partîyek alîkariyê ji xezîneyê bistîne divê koma wê di meclîsê de hebe, beşdarî hilbijartina herî dawiyê bûbe û ji sedî 3yê dengan standibe.
Ji bo partîyan çi qas alîkarî dê bê kirin?Ji bûtçeya 2018ê ji bo partiyên siyasî 273.7 milyon lîra alîkarî hatiye kirin.
Ji ber hilbijartina pêşwext 547.4 milyon lîra dî jî alîkarî dê bê kirin. Alîkariya xezînê dê bibe 821 milyon lîra.
|
(PT/MB)