Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
‘’Ji bo sekinandina êrîşên ji asîmanan ve yên li ser Helebê, ji bo guherandina cihê birîndaran ku ji bo cihekê ewle bêne birin, ji bo destûr bê dayin ku tiştên Tibî ji bo welatî bê şandin em dîsa bangî hikûmetan û hêzên navneteweyî dikin.’’
Dîrektorê Sûriyeyê yê Rêxistina Bijîşkên Sînornenas, Carlos Franciscoyî got:
‘’Dinyayê Heleb bi tenê hiştiye. Bjar li ber çavên hemî dinyayê tê ser-û-bin-kirin, ji bo sekinandina vê komkujiyê ti kes xwe nadin ber barî.’’
Carlos Francisco, ji 2015ê ve li Sûriyeyê projeyan birêve dibe.
‘’Li Helebê niho 35 bijîşk kar dikin û her kes wek hev hest dikin.’’
‘’Bi taybetî di van sê hefteyên paşiyê de tehrîbata li bajarî ji demên berê gelek zêdetir e.
‘’Piştî ku di meha Îlonê de agirbest hat xerakirin leşkerên Rûsya û Sûriyeyê li dora bajarî wek bi nîyeta xerakirina bajarî bombeyan dibarînin.
‘’Hêzên mûxalif jî li rojavayê Helebê êrîşan dikin, ev agahî jî tê..
‘’Nêzîkî 250 hezar kes hatine dorpêçkirin û di man-û-nemanê de ne.’’ (AS/MB)