Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Bexdaya paytexta Iraqê di pevçûnên li derveyê parlementoyê de yên di navbera hêzên ewlehiyê û milîsên şîe yên piştgirên rêberê Tevgera Sedr Muqteda el-Sadrî de herî kêm 20 kes hatine kuştin.
Li gorî nûçeya BBCê, li bajarên Besra, Necef, Nasiriye û Hilê û her wiha li Herêma Kesk ku avahiyên hikûmetê û balyozxaneyên biyanî lê ne, şer û pevçûn diqewimin.
Hin biyaniyên li Herêma Kesk jî di nava pevçûnên kolanan de mane. Xebatkarên Balyozxaneya Hollandayê derbasî nûnertiya dîplomatîk a Almanyayê bûne.
NY: Em bi fikar in
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ji bo Iraqê hişyariya geştkirinê daye.
Îranê jî ji ber şer û pevçûnan sînorên xwe yên bi Iraqê re girtiye û ji welatiyên Kuweytê xwestiye ku demildest Iraqê biterikînin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres gotiye ku ew ji bûyeran bi fikar in û banga "gavên lezgîn ji bo asayîkirina rewşê" kiriye.(EMK/AY)