Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh bi şev li Brezîlyayê alîgirên serokdewletê berê yê rastgirê tundrew, Jair Bolsonaroyî bi ser avahiyên Kongre, Qesra Serokdewletiyê û Dadgeha Bilind de girtibûn û ketibûn nava van avahiyan. Hêzên emniyetê yên Brezîlyayê xwenîşander ji van avahiyan derxistine û kontrola avahiyan girtine destê xwe.
Serokdewletê Brezîlyayê yê ku di 1ê Kanûna Paşiyê de li Parlamentoyê sond xwaribû û dest bi erka xwe kiribû, piştî xwenîşanderan her sê avahî bi dest xistin, ferman daye hêzên emniyetê û gotiye ku bila midaxele bikin. Hêzên emniyetê bi gazên rondikrêj midaxele kirine û bi kêmanî 150 kes desteser kirine.
Serokdewletê Brezîlyayê Lula da Silvayî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê serdegirtinan de daxuyaniyek weşandiye û gotiye, "Dema me hîna hikûmet ava dikir, sûd ji bêdengiya roja yekşemê wergirtine û tiştê ku dixwestin kiriye."
Lulayî diyar kiriye ku li pişt serdegirtinê de serokdewletê berê yê Brezîlyayê heye: "Weke hûn dizanin, gelek axavtinên serokê berê hene, yên ev tişt teşwîq dikir. Ev jî di bin berpirsiyariya wî û alîgirên wî de ye."
Piştî vê peyamê, Lulayî peyameke din weşandiye. Di vê peyamê de fotografek heye ku Lula, bi parlamenteran û endamên Dadgeha Bilind re diaxive. Lulayî gotiye:
"Duh bi şev ez li Qesra Planaltoyê (Qesra Serokdewletiyê) û Dadgeha Bilind bûm. Kesên ku li Brezîlyayê ziyandana li malên dewletê teşwîq kirine, wê bên tespîtkirin û cezakirin. Em ê sibê xebatên xwe li Qesra Planaltoyê dewam bikin. Her daîm demokrasî..."
Li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê, di dema serdegirtinan de Lula da Silva ne li paytext Brasiliayê bû û derbarê serdegirtinan de gotiye, "her kesê di serdegirtinan de cih girtine wê bên cezakirin" û xwenîşandar bi gotinên "hov, neo-faşîst û tundrew" penase kiriye.
Serokdewletê berê yê Bolsonaro beriya Lula sond bixwe, ji Brezîlyayê çûbû eyaleta Floridayê ya DYAyê û li wir bi cih bûbû. Bolsonaroyî jî piştî serdegirtinan, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye. Bolsonaroyî serdegirtin şermezar nekiriye û Lulayê ku ji ber serdegirtinan ew weke berpirsiyar nîşan daye, rexne kiriye. (SD/FD)