Di 31ê Tebaxê de Amedsporê di hefteya sêyemîn a Lîga Super de mazûvaniya Trabzonsporê kir û 2-1 bi ser ket.
Piştî maçê alîgirên Trabzonsporê bi otobusan ber bi bajarê xwe ve bi rê ketin. Kesekî di nav otobusê de heqaretê li Kurdan dike û li dijî Kurdan gotinên nijadperest bikar tîne.
Wî nijadperestî di axaftina xwe ya di nav otobusê de weha gotibû:
"Kurdê herî baş ew e ku bimire û bikeve gorê. Li hev kom dibin û bi Kurdî diaxivin, divê hûn nedin axaftin. Hûn dê rehmê li wan nekin, hûn dê bi pehînan li wan bixin."
Belavbûna van dîmenan a li ser medyaya civakî di demeke kurt de bû sedema bertekên mezin.
Komeleya Hiqûqnasan a Amedsporê ji ber van gotinên qirêj û nijadperest ên li dijî Kurdan giliyê wî alîgirê Trabzonsporê kir.
Piştî bertekên tund ên li ser medyaya civakî, ew provokatorê nijadperest hat desteserkirin.
(AY)

