Li Miksa navçeya Wanê bi sedan salan e ku ji xortan hetanî kalan her kes kişikê dilîze. Alî Yabayê 69 salî 50 sal in ku ji dara şimşîrê darikên kişikê çêdike.
Yabayê li Taxa Cewizbelenê ya 25 kîlomêtre li dûrî navendê dijî ji bo gelê herêmê yê di demên xwe yên vala da kişikê dilîze keviran amade dike.
Yaba li destgehên ji texte û hesin hatine çêkirin ji şitlên dara şimşîrê kevirên kişikê çêdike û ligel emrê xwe yê mezin karê xwe didomîne.
Yaba bi kêrê şitlên darê rende dike û taximeke kişikê di 10 rojî da amade dike pê tevkariyê dide debara malbata xwe.
Yaba daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi saya pîşeyê xwe li ser xwe ye û wiha pê da çû:
"Li gundê me berê xêncî du malan li hemû malan ji vî destgehî hebû. Wê çaxê her kesî kevirên kişikê çêdikir û pê pereyekî baş qezenc dikir. Nika tu kes çênake, pîşe tê jibîrkirin. Lêbelê min hetanî nika dev jê berneda."
Yaba got heke piştgiriyê bidin wî dixwaze vî karî hînî ciwanan bike û wiha pê da çû: "Heke wiha dewam bike pîşeyê were jibîrkirin. Xwezila neyê jibîrkirin. Heke piştgirî were dayîn ez ê perwerdeyê bidim ciwanan û gelekî kêfxweş bibim. Ez naxwazim ev pîşe were jibîrkirin."
(MB)
Çavkanî: Haydar Şahin/AA
Wêne: Ali İhsan Öztürk/AA