Endamê Lajweyê Alî Tekbaş wê li Stenbolê “Dersên Newayên Kurdî yên Gelerî” bide. Tekbaş ev çend sal in di vî warî de dersan dide.
Kesên beşdarî dersan bibin, wê rastgotina stranên kurdî hîn bibin û perwerdeya dengan, teşeyên muzîkên Botan/Colemêrg/Behdînanê bibînin.
Ders wê li Taksîmê, li Studio Drum & Bassê bên dayîn.
Kesên ku bixwazin beşdarî dersan bibin dikarin bi rêya emaîla alî[email protected] peywendiyê bi Alî Tekbaşî re deynin. (FD)