Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojnamegerê Alî Bayramoglû eşkere kiribû ku ew ê di referandûmê de dengê “Na”yê bide. Wî diyar kir ku dema ew çûye ku dengê xwe bide komeka AKPyî êrîşî wî kiriye.
Alî Bayramoglûyê gelek salan ji bo rojnameya Yenî Şafakê kar kiribû. Ew ji rojnameyê cida bûbû û diyar kiribû ku ew ê dengê nayê bide.
Alî bayramoglûyî ji rapornivîsê bianetê û serokê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglûyî re gotiye:
“Komeka ji Ak Partîyê êrîşî min kir, kulm li min dan.”
Bayramoglûyî diyar kir ku ew li bendê ye polîs biçin cihê bûyerê .
Alî Bayramoglû kî ye?
Di sala 1956ê de hatiye dinyayê. Rojnameger e. Di Kovarên Tempo û Powerê de û di rojnameyên Yeni Yüzyıl, Star, Yeni Binyıl, Sabah, Yeni Şafak kar kiriye. (EÖ/AS/MB)