Kevî ji 10 stranên kurdî pêk tê. Gotin, beste û aranjeyên hemû stranan yên Sîmir Rûdanî ne.
Cureyên wek,rock, alternatîf û akûstîkê tehma xwe dane albûmê. Loma em nikarin sounda “Kevî”yê tenê bi yek cureyê mûzîkê ve girêbidin û wê kategorîze bikin.
Sîmir Rûdan di Kevîyê de gotinên xwe bi awayekî felsefî û derûnnasî li ser mûzîka xwe neqş kiriye.
Strana ewil “Aliyê Din” bi pirsekê dest pê dike. Di Dîstopyayê de rexne û hişyarî hene. Tê de tê îddîakirin ku wiha dewam bike rojên nebaştir li pêşiya me ne. Sîmir bi strana “Jirmam Leylê”, ji cîrana xwe ya Cizîrî re şîn girtiye. Wî jinmam (jinap) Leylê wek xaltîkekê an jî jinapekê didît û jê hez dikir. Loma jê re digot Jinmam Leylê. Cîrana Leylê bi nexweşiyan çû.
Sîmir Rûdan ji “Kevî”ya xwe li evîn û evindariyê nenêribûya çênedibû. Gulhavîn li ser evîneke havînî ye.
Bi strana “Zarokatiya Wê” em dibînin ku carinan kesek bi ku ve jî here zarokatiya wê/wî dikare her tim li pey were.
Xuya dike ku Sîmir di vê albûma xwe de jî dev ji vebêjiyê bernedaye. Di strana Ava Şêt Diherike de behsa çîroka tiryakîyekê dike. Dibe ku ew tiryakî ji me ne dûr be. Mijara Hêsirên Veşartî pirsgirêka jinê ye. Stran dike ku bi jinekê re empatiyê bike. Di dawiya stranê de ew jin bi xwe tev li stranê dibe û bi van gotinan stranê diqedîne. Bijîm, bijîm, bijîm Ez jî dixwazim bijîm Bijîm, bijîm, bijîm Li gor dile xwe bijîm Di vê albûma xwe ya duyem de Sîmir Rûdan produktoriya xwe kiriye. Ji serî heta binî bi her tiştî ve mijûl bûye. Kevî li Stenbolê di stûdyoyên herî baş de bi mûzîkjenên nav û deng hatiye tomarkirin. Bergê albûmê bi awayekî profesyonel hatiye kişandin.
Sîmir Rûdan kî ye?
Sîmir Rûdan ji Cizîrê ye. Sala 1999an ji bo perwerdehîya zanîngehê diçe Enqereyê.
Bi destpêkirina zanîngehê di jiyana wî de ciyê mûzîkê girîngtir bû. Hînî lêdana gîtarê bû û li hinek mekanan derket ser dikê.
Wî çaxî ji aliyekî ve gelek mûzîkjen û komên mîna Elvis Presley, The Beatles, Led Zeppelin û Pink Floyd a efsanewî keşif kir.
Ji aliyekî ve bi mûzîka rojavayî ya klasîk ve mijûl bû.
Di sala 2002yan de di Koroya J. S. Bach de ku ev koro girêdayîyê Beşa Hûnerên Xweşik a Zanîngeha Enqereyê bû, ji bo demekê stranbêjiya aryayan kir. Loma di mûzîka Sîmir Rûdan de formên rojavayî yên mîna rockê û mûzîka klasîk a rojavayî xuya dikin.
Di Sala 2005an de vedigere Cizîrê. Li vir serpêhatîya xwe ya mûzîkê bêhtir ji aliyê afirandinê ve didomîne. Sala 2013an bi navê ‘Bi Çîrokî’ albûma xwe ya yekem derxist. Albûma Sîmir Rûdan ya yekem (Bi Çîrokî) sala 2013an ji aliyê malpera HawarNetê ve ‘albûma herî baş a Kurdî’ hat hilbijartin. Sala 2015an di albûma Peşkê de bi strana Berfîn cih girt ku di vê albûmê de ji bo bîranîna helbestvanê Kurd Bro Omerî gelek mûzîkjen li hev civiyabûn.
Sîmir Rûdan ji sala 2015 an ve li Stenbolê dijî. Ji hêlekê ve di dibistanekê de şêwirmendîya derûnîyê dike û ji hêla din ve bi kar û barên mûzîkê ve mijûl dibe. (MB) *Çavkanî: Tîma çapemenîyê ya Sîmir Rûdanî