Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê karên navxweyî hejmara wan kesên ji ber hewildana derbeya 15ê Tîrmehê hatîn girtin û desteserkirin eşkere kir, Alayî da zanîn ku 8 hezar û 113 kes in.
Alayî da zanîn ku 15 hezar û 846 kes hatine desteserkirin, 10 hezar û 12 kes ji wan leşker in, 178 ji wan leşkeran general-amîral in, 2 hezar û 727 kes ji wan sûbay in û 7 hezar û 106 kes dî jî xwedanên pileyên dî yên leşkerî ne.
Li gor nûçeya NTVyê 151 general û 1656 sûbayên Hêzên Çekdarên Tirkan(TSK) hatine girtin.
Alayî got 2 hezar û 901 polîs, 2 hezar û 684 dadger û dozger hatine desteserkirin. Li gor hejmarên Alayî gotîn 1689 dadger û dozger hatine girtin. (EKN/MB)