Al Badran li Sûriyeyê şêwekar bûye, li Rûhayê bûye karkerê avahîsaziyê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fewaz Al Badran ji beriya şeş mehan bi malbata xwe re hatiye Rûhayê. Ew bi meşê ji sînorî boriye. Dema ku ji sînorê Sûriye-Tirkiyeyê borî wî hin xêzewêneyên xwe bi xwe re aniye Rûhayê.
Fewaz Al Badran dema li Sûriyeyê bûye berhemên wî li gelek galeriyan hatiye nîşandan. Lê piştî ew hatî Rûhayê hin dîtiye ku karkerek e û avahiyan saz dike. Wî got:
“Dema ez nû hatîm min li gelek cihan kar kir. Min ji xwe re digot ez ê rojê kar bikim şevê xêz bikim. Lê welê çênebû. Min nekarî. Demek dirêj ji xêzkirinê dûr ketim, paşê nexweş bûm. Paşê jî min dest ji karî berda.
“Ez ji bo xwe îfade bikim wêneyan xêz dikim. Dema xêz dikim diçim dinyayeka dî. Diçim Sûriyeyê. Bîranînên min têne hişê min. xêzkirin şerî ji bîra min dibe.
“Êdî em ê nekarin vegerin Sûriyeyê. Ez dixwazim li Rûhayê wêneyan xêz bikim. Demekê nêzîk ez ê pêşangeha xwe vekim.”
(EMK/MB)
Polîsan midaxele li Navenda Giştî ya CHPê kir: Ozel û partiyî ji avahiyê derketin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - NÎSAN 2026
Mêran di Nîsanê de 28 jin kuştin
Li Mecîdiyekoyê polîsan meşa 1ê Gulanê a ji bo Taksîmê asteng kir: Gelek kes hatin desteserkirin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2026
Mêran di Adarê de 32 jin kuştin
Di doza ÎBBê de 18 kes serbest bûn