Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji bo rûniştina nehem a birêvebirina doza kuştina berpirsê weşana rojnameya AGOSê, Hrant Dînkî, lêpirsîna li ser serokê îstixbaratê yê hingê, Ramazan Akyûrekî temam bû.
Doz li Dadgeha Cezayî ya 14. tê bi rê ve birin. Berpirsê Emniyeta Trabzonê û serokê Îstixbaratê yê hingê Ramazan Akyûrek hat dadkirin.
Di beşa pêşiyê ya dadkirinê de parêzerên Dînkî, Hakan Bakırcıoğlu û Bahri Belen pirs ji Akyûrekî kirin.
Akyûrekî eşkere kir ku rapora îstixbarî ya ku dîyar dikir Dînk dê bê kuştin li nik wî bûye. Serokê Giştî yê Emniyetan, Celalettîn Cerrahî ji wî re gotiye wê belgeyê îmha bike û wî jî ev daxwaza Cerrahî ji serokwezîrê hingê, Recep Tayyîp Erdoganî re gotiye.
“Divîya Emniyeta Stenbolê Dînk biparastiya”
HB: Çima we ji bo Emniyeta Stenbolê wek Daîreya Îstixbaratê daxwaza parastina Dînkî neşand?
RA: Tiştekê ji bo me bibûya asteng nebû. Lê pêkanîna wî karî ne yê navenda Enqereyê ye. Berpirsên wî bajarî ne. Ev biryar ya Walî, Berpirsê MITê û Midûrê Emniyetê ye.
Daxwaza îmhakirinê ya Cerrahî
Akyûrekî diyar kir di wê demê de civînek hatiye kirin, wezîrê dadê Cemîl Çîçek û wezîrê karên navxweyî Abdûlkadîr Aksû jî beşdarî wê civînê bûne.
Akyûrekî got: “Min hingê daxwaza Cerrahî ya îmhakirina belgeyan ji serokwezîrê hingê re got.”(EA/MB)