Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li ser îdiaya ku “Sinpaş Gayrimenkul Yatirim Ortakligi A.Ş”(Sinpaş GYO)ê li herêma Kizilkuma Kolana İçmelera Navçeya Marmarîsa Mûglayê tevî biryara dadgehê û şaredariyê ya ku bi demkî înşaet daye rawestandin" ya projeya "Marmaris Kızılbuk Resort Otel ve Devremulk"ê didomîne, duh(9ê Tebaxê) dane sibehê li herêmê dest bi çalakiya nobetê hatiye kirin.
Li dijî çalakiyê nobetê mudaxele hatiye kirin û di encamê de 15 ekolojîst bi hinceta ku “rê ji çûn û hatinê re asteng kirine” hatine desteserkirin.
15 kesên ku hatine desteserkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Marmarîsê û îfadeyên wan li wir girtinê û piştre serbest bûne.
Berdevka Marmarîsê ya Platforma Hawirdorê ya Muglayê (MUÇEP) Halîme Şamanê piştî desteserkirinê daxuyanî daye û gotiye:
"Bi tohmeta ku cihê rê lê tune ye me ew rê ji çûn û hatinê re asteng kiriye em desteserkirin. Em nizanin rêya ku tune ye me çawa ji çûn û hatin asteng kiriye, rastî jî em dozger pîroz dikin. Bi rastî em dozger pîroz dikin. Em spasiya her kesê ku piştgirî danin me dikin.”(TY/AY)