Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşenerê duh (5ê Îlonê) li Enqereyê beşdarî civîna serokên partiya xwe yên rêxistinên bajaran bûye.
Civîn nêzîkî pênc saetan dewam kiriye û di civînê de gotûbêj li ser amadekariyên hilbijartinê û stratejiyên IYIPê çêbûne. Her weha nexşerêya IYIPê ya derbarê hilbijartinê de jî di rojevê de bûye.
Li gorî nûçeya Mahîr Kiliçî ya di Haberturkê de hatiye weşandin, yek ji mijarên ku li ser axivîne, gotinên Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê Gursel Tekînî bûn. Tekîn rojên derbasbûyî di bernameyeke kanaleke televizyonê de gotibû, "dibe wezîrtiyê bidin" Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).
Akşener derbarê vê daxuyaniyê de gotiye ku "Maseya ku HDP li dora wê civiyaye, em lê rûnanên, maseya ku em lê civiyane, HDP lê rûnanê. Ev hesasiyeta me wê dewam bike. Rayedarên partiyê derbarê mijarê de, derbarê hesasiyetên partiyê de daxuyaniyên hewce dane"
Çi bûbû?
Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê Gursel Tekîn duh (5ê Îlonê) beşdarî bernameya Pinar İşik Ardorê ya bi navê "Pazar Siyaseti" bûbû ku di kanala TV100ê de hatiye weşandin. Ardorê ji Tekînî pirsîbû û gotibû, "Ger hûn desthilatê bidest bixin, hûnê wezîrtiyê bidin HDPyê?"
Tekînî diyar kiriye ku li Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) wekîlên serokî ji her partiyan tên hilbijartin û Wekîlê Serokê TBMMyê yê niha parlamenterê HDPyê ye:
"Em destê xwe ji serokê HDPyî re radikin? Serokên giştî jî di navê de. Em dibêjin 'Birêz serok, ez mafê axavtinê dixwazin?'. Hûnê vî mafî bidin lê dema mijar bibe rêvebirina welat, ev nabe... Wê gavê nehêlin bikevin hilbijartinê kekê/xwişka min. Ma tiştekî bi vî rengî dibe? Wê gavê ka îradeya gel li ku ma? Wê ev hilbijêr sibê çawa dengê xwe bide partiya xwe? Helbet dikarin ku wezîrtiyê bidin HDPyê, dikarin bidin her partiyê?"
(TY/FD)