Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
AKP û MHPê ji bo namzetiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê(YSK) dane.
Serlêdan ji aliyê Serokê Koma AKPê Îsmet Yilmaz, Alîkarê Serokê Koma MHPê Erkan Akçay, Alîkarê Serokê Giştî yê AKPê Alî Îhsan Yavuz û Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz ve hatiye kirin.
Komên meclisê yên AKP û MHPê di civînên komê yên ku di 16ê Adarê de hatine li dar xistin de biryar dabûn ku wê Erdogan wek namzedê serokomariyê were nişandan.(ME/AY)