bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
AKP û CHPyê ji ber “mohrên xelet” daxwazname nivîsîne
Mohrên xelet li hin kaxezên hilbijartinê hatine dayin. AKP û CHPyê xwestine bila ew kaxez neyên betalkirin.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mohrên xelet li hin kaxezên hilbijartinê hatine dayin. Partîya Edalet û Pêşketinê (AKP) û Partiya Komarî ya Gelî (CHP) xwestine bila ew kaxez neyên betalkirin.
Herdu partîyan daxwazname nivîsîne û teslîmî Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) kirine. Wekîlê ji CHPyê Mahmut Tanalî vê sibeyê wêneyên hin kaxezên hilbijartinê parve kiribû. Li gor wêneyan mohra hilbijartina wekîlan li ser kaxeza hilbijartina şaredaran hebû.
Kaxezên bi vî awayî pêşiyê li Ûskûdarê hatine dîtin paşê li Beykozê hatine dîtin. Li ser vê yekê du partîyên sereke xwestine ew kaxeza neyên betakirin û “lê” bêne hesibandin.
(TP/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.