Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) li Kocaeliyê serî li Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) daye û li dijî parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglûyî derketiye.
Gergerlîoglû di 14ê Gulanê de li ser navê Partiya Çepên Kesk (YSP) li Kocaeliyê hatibû hilbijartin.
AKPyê ji ber ku Gergerlîoglû bi 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatibû cezakirin, serî li YSKyê daye.
Parêzer Emre Arikî li ser navê AKPyê serî li YSKyê daye û di daxwaznameya xwe de gotiye: “Digel ku ji bo hilbijartinê rewşa wî ya yasayî ne guncav bû, ew kirine namzet û saziyên darazî namzetiya wî ferq nekiriye. Lê 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê pesendkirî lê hatiye birîn. Ev rewş, li gorî qanûna têkildar, asteng e li ber hilbijartina wî ya parlamenteriyê. Em giliyê vê rewşê li bal saziya we ya birêz dikin û ji bo tiştên hewce bê kirin, em dixwazin hûn Saziya Bilind a Hilbijartinê agahdar bikin.”
AKPyê biryara Dadgeha Destûrê ji nedîtî ve hatiye
Lê Arikî di daxwaznameya xwe de behsa biryara Dadgeha Destûra Bingehîn nekiriye ku derbarê Gergerlîoglûyî de biryara “binpêkirinê mafên wî” dabû.
Gergerlîoglûyî daxuyaniyek weşandiye û behsa vê mijarê kiriye:
“Namzetiya min betal kirin û ez xistim girtîgehê, ez derketim û careke din hatim hilbijartin, têr nebûne. Dîsa dixwazin îrodeya gel bixin bin lingan. Ew îradeya gelê Kocaeliyê ya di hilbijartinê de pê nikarîbûn, dixwazin bi dek û dolabên li YSKyê dikin û îtîrazên bêbingeh, bidin sekinandin. Rayedarên AKPyê digel biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn, ji wan heye wê Saziya Bilind a Hilbijartinê qanix bikin û dixwazin Darazê bixapînin.”
YSKyê daxwaza AKPyê nepejirandiye
Gergerlîoglûyî paşê daxuyaniyeke din daye û gotiye ku YSKyê daxwaz nepejirandiye: “Dîsa hêviyên wan têk çûn. Li Kocaeliyê ji 48an daketin 39an, ev ne bes bû, dersek jî ji YSKyê wergirtin ku xwe avêtibûn wê. YSKyê gotiye ‘ji ber sabiqa wî nîne, daxwaz nehatiye pejirandin’. Îtîraza wan a dûrî aqiyan û komik, nehatiye pejirandin. Hîna wê gelek dersan bistînin.
Bixwîne - Dadgeha Destûrî: Mafên Gergerlîoglûyî binpê kirine
(HA/FD)