Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilizî bitikîne
Di manşeta rojnameya Akitê ya duh de bi serenavê “Berdevkê PKKê Evrensel wê were girtin” de wiha hat gotin: “Têkoşîna li dijî rêxistina terorê PKKê dewam dike û di vê navberê de organên weşanê yê rêxistinê yek bi yek tên girtin. Girtina rojnameya Evrenselê ku bi nêzikbûna PKKê ve tê naskirin jî di rojevê de ye.”
Di Akitê de her wiha ji bo Evrenselê wiha hat gotin:
“Piştî girtina Ozgur Gundemê ku manşeta wê li Qendîlê dihat avêtin, girtina rojnameya Evrenselê ku ew jî nêzî PKKKê ye, hat rojevê.”
“Ew rojname bi manşetê xwe ve gelê tirk hedef digre û herî dawî li mamosteyên PKKî ku ji kar hatin avêtin re jî xwedî derketin.”
Piştî ku Akitê rojnameya Evrenselê weke hedef nîşan da di twitterê de bi hastinga #EvrenseleDokunma ve kampanyaya piştgiriyê hat destpêkirin.
Fatih Polat: Ti teblîgat nîn e
Berpirsê Weşana Giştî yê Evrenselê Fatih Polat li ser wê nûçeya Akitê daxuyanî da:
“Ji bilî dozên ku derbarê rojnameya me de hatiye vekirin, heta vê demê ti teblîgateke derbarê girtina rojnameya me de nehatiye şandin.
“Akitê di wê nûçeya xwe de ti çavkanî nîşan nedaye. Wan vê agahiyê yan ji wezîfedarên dewletê girtine û ji bo girtina rojnameya me zemînek ava dikin yan jî ew wisa difikirin û hewl didin ku Evrensel were girtin.
“Em wan îthama wanê “berdevkê PKKê” bi ti awayî qebûl nakin.
“11 hezar mamoste bi awayekî bêmesnet ji kar hatine avêtin û ji ber ku Evrensel wê yekê di manşetê de aniye ziman ji hêla Akitê ve weke “berdevkê PKKê” hedef tê nîşan dan.
“Akit deng û rengê wan mamosteyan e û wê her tim jî wiha be.
“Çawa ku îro di manşetame de jî girt û nivîskar Asli Erdogan jî anî ziman ku rojnameya me hêza xwe ji heqîqet û rastiyê hildide.”
(EKN/YO)