Akademîya Ma Muzîkê ya li Amedê di sala 2017an de dest bi xebatên muzîkê kir. Piştî salekê jî perwerdehiya dengbêjiyê li Akademiyê destpê kir.
Di perwerdehiyê de temen biçûk û temen mezin perwerdeya dengbêjiyê dibînin. Perwerde bênavber 3 sal in berdewam dike. Muzîkjen Mesût Gever yek ji dersdarên vê akademiyê ye. Wî got ku ji bo dengbêjiyê tenê deng têrê nake, hewceyê ew deng bi perwerdeyê bê astekê.
Sarya Ertaş jî him yek ji endama Ma Muzîkê ye him jî li vê Akademiyê dersan dibîne. (SY/FD)
*Fotograf: Ma Music Center / Twitter