Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Akademîya Swêdê Xelata Nobelî ya Fîzîkê ya 2018ê daye zanyarên Arthur Ashkin û Gérard Mourou û Donna Stricklandê kuwan li ser lazerêxebatên girîng kirine.
Ashkin bi xebata li ser mûçingeka optîk û bikaranîna li ser laşê mirovan xelat standiye.
Mourou û Stricklandê bi xebatên li ser li ser pêlên tîr yên optîk xelat standiye.
Donna Strickland ji sala 1901ê ve jina sêyem e ku xelata navborî standiye.
Xelata Nobelî ya Fîzîkê 204 mêr û 2 jinan standiye. Herdu jinên xelat standîn Marie Curie û Maria Goeppert-Mayer in.
Xelata Nobelî ya TIBê
Akademiya Swêdê Xelata Nobelî ya TIBê daye James Allison û Tasuku Honjoyî. Herdu zanyaran ji ber xebatên li ser penceşêrê xelat standiye.
James Allison ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye û Tasuku Honjo ji Japonyayê ye.
Akademiyê diyar kiriye ku xebatên herdu zanyaran paralelên hevdu ne. Xebata wan li ser vê pirsê ye: “Gelo pêşîlêgirtina sîstema(pergala) parastina laşê mirovan dê ji bo dermankirina nexweşiya penceşêrê çawa bê bikarînan.”
Xelata Nobelî ya Fîzîkê dê 2ê Çiriya Pêşiyê, ya Kîmyayê dê 3yê Çiriya Paşiyê û ya Aştiyê dê 8ê Çiriya Pêşiyê bê dayin.
12 jinên xelathilgir
108 caran Xelata Nobelî ya TIBê hatiye dayin. 214 kesên xelat satandîn mêr, 12 jî jin bûne.
NAvên 12 jinên xelat standîn ev in:
Gerty Cori (1947), Rosalyn Yalow (1977), Barbara McClintock (1983), Rita Levi-Montalcini (1986), Gertrude B. Elion (1988), Christiane Nüsslein-Volhard (1995), Linda B. Buck (2004), Françoise Barré-Sinoussi (2008), Elizabeth H. Blackburn ve Carol W. Greider (2009), May-Britt Moser (2014), Youyou Tu (2015).
(ÇT/MB)