Akademiya Îsmaîl Beyikçiyî ya Payîzê wê bi sernavê “Nomosa Kurdistanê di sedsala 20mîn de” pêk bê. Ji bo bernameyê pêvajoya serlêdanê dest pê kiriye û wê pêvajo heta 25ê Kanûna Pêşiyê ya 2023yan berdewam bike.
Di 29ê Kanûna Pêşiyê de wê encam diyar bibin û bername wê di 6ê Kanûna Paşiyê ya 2024an de dest pê bike. Akademî wê di 10ê Sibata 2024an de jî bi dawî bibe.
Kordînatorê bernameyê Can Şeker e û wê Firat Aydinkaya, Mûstafa Zengîn, Fîdan Mîrhanoglû, Kamal Solemanî, Allan Hassaniyan û Rojda Yaşîk dersan bidin.
Weqfa bi van gotinan behsa sernav û naveroka bernameyê kiriye:
“Akademiya Weqfa İsmail Beşikci ya Payizê jî bi serenavê “Nomosa Kurdistanê di sedsala 20mîn de” wê dom bike. Ev Akademiya Payizê armanc dike ne tenê sedemên neteweyî û navneteweyî yên neavabûna netewe-dewlet(ên) kurd-navend guftûgo bike, tevkariyek teorîk bike li rewşa ‘halê ne-dewletbûnê’ ku di navenda qelişîna mezin a niha ya di dîroknûsiya kurd de cî digre. Ji vî aliyî ve Akademiya Payizê armanc dike wan sê çerxan ku me wek kurd(bûn), îslam(bûn) û kapitalîzm guftûgo kiribû di Akademiya Biharê ya bi serenavê ‘Nomosa Kurdistanê di Sedsala 21mîn de’, vê carê di peywenda Kurdistana sedsala 20mîn de guftûgo bike.
Akademiya Beşikci ya Payiza 2023yan, bi serenava ‘Nomosa Kurdistanê di sedsala 20mîn de’ ji nîqaşê re vedike sedsala 20mîn ku ev zemîna ku xeyaleta Kurdistanê li ser digere û tekrar tekrar jê peyda dibe.”
Akademî wê online be û zimanê wê kurdî (kurmancî)ye.
Ji bo bernameyê wê hejmareke diyarkirî ya beşdaran bê qebûlkirin û ji beşdaran wê bê xwestin ku bi rêk û pêk beşdarî dersan bibin. Di dawiyê bernameyê de wê ji bo xwendekarên ku ji şeş hefteyan beşdarî pêncan bûne belgeya beşdarîyê were dayîn.
Ji bo hûrgilî û forma serlêdanê bitikîne.
(FD)