Akademiya Biharê ya Îsmaîl Beşîkçiyî wê destpê bike: “Nomosa Kurdistanê”
Akademiya Biharê ya Îsmaîl Beşikçiyî ya 2022yê wê bi sernavê “Nomosa Kurdistanê” pêk were.
![Akademiya Biharê ya Îsmaîl Beşîkçiyî wê destpê bike: “Nomosa Kurdistanê”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/262/368/original/ibv0.jpeg)
Pêvajoya serlêdanê ji bo Akademiya Biharê ya Îsmaîl Beşîkçiyî ya 2022yê destpê kiriye. Akademî îsal wê di navbera 15ê Hezîranê û 30ê Tîrmehê de pêk were.
Bername wê bi navê “Nomoya Kurdistanê” û bi koordînatoriya Can Şekerî li dar bikeve. Akademî wê 7 hefteyan bidome û dersa yekê wê 15ê Hezîranê roja Çarşemê, di navbera saetên 14.00ê û 17.00ê de bi rengekî online bê dayîn.
Piştî wê jî wê her rojên Şemiyê di navbera heman saetan de û bi heman rengî wê pêk were.
Hejmareke diyar xwendekar wê bikaribin beşdarî bernameya online bibin û piştî bernameyê, xwendekarên ku ji heft hefteyan pênc hefteyan beşdarî dersan bibin, wê bikaribin sertîfîkayekê werbigirin. Zimanê bernameyê wê bi tirkî be.
Ji bo serlêdanê û zanyariyên zêdetir, bitikîne.
(FD)