Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
‘’Berxwedana me ne bi tenê di nav sînorên mekanan de ye. Em ji karê civakê bêne derêxistin jî, em ê israra ji bo aştiyê bidomînin.’’
‘’Em ê vegerin, sibeyê nabe lê dusibe miheqqeq em ê bên.’’
Ev gotinên li jor yên herdu akamîsyenên bi Biryarnameya Bi Hikmê Qanûnan ji karî hatîn derêxistin in. Herdu akademîsyen, Prof. Dr. Onur Hamzaoglû û Doç. Dr. Ozlem Ozkan li Jora Bijîşkan axivîn.
Bi biryarnameya di 1ê Îlonê de 2 hezar û 346 kes ji karên wan ên li zanîngehan hatin derêxistin. 44 ji wan ew akademîsyen bûn ku wan ji bo aştiyê îmze avêtibû.
Ji Zanîngeha Kocaelîyê 19 xebatkar ji karê wan hatine derêxistin.
Prof. Dr. Onur Hamzaoglû û Doç. Dr. Ozlem Ozkanê diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Ozkan AKP û serokên zanîngehan sûc kiriye
‘’Em bi Biryarnameya Bi Hikmê Qanûnan wek endamên rêxistineka terorî, tehdîda li ser ewlehiya neteweyî hatin hesibandin. ‘’
Hamzaoglû: Em ê vegerin
‘’Em ji Kocaelîyê naçin. Di wextekê kurt de em 19 kes em ê kargehekê ji xwe re bigirin û em ê dest bi xebatên xwe bikin. Em heta bi fermî vegerin zanîngehê em ê bi xwendekarên xwe re hev bibînin.’’
(BK/MB)