Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Alk. Doç. Dr. Meral Camci, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kivanç Ersoy, Akademîsyenên Aştîxwaz beraet kirine ku ji ber îmzekirina belavokê demekê hatibûn girtin.
Her çar akademîsyen herî dawî di 23ê Gulanê de derketibûn pêşberî heyeta dadgehê û ji bo 15ê Çiriya Pêşiyê hatibû taloqkirin.
Dadgehê li gorî biryara Dadgeha Destûrî tevgeriyaye û biryara beraetê ji bo her çar akademîsyenan daye.
Camci: Tiştê ku aîdî me bû, me bi şûnda stend
Meral Camciyê biryar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî par ve kiriye û wiha gotiye: “Ji roja ku me got ‘tehliye têrê nake, divê beraet be’ heta niha 3 sal û nîv derbas bû. Îro biryara beraetê derketiye. Me tiştê ku aîdî me bû, bi şûnda stend. Wan neda, me tiştê aîdî xwe stend. Rûmet û kêfxweşiya serênetewandinê ya li dijî neheqî û bêhiqûqiyê û berdewamkirina têkoşîneke mafdar a bi mil bi mil, bû para me.”
BERAAT. "Tahliye yetmez, beraat!" dediğimiz o günden bugüne 3,5 yıl oldu. Bugün itibarıyla beraat. Bize ait olanı biz aldık. Onlar vermedi, biz bizim olanı aldık. Omuz omuza haklı bir mücadeleyi sürdürmenin ve haksıza hukuksuza biat etmemenin onuru ve sevinci bize kaldı.
— Meral Camcı (@zsussa) September 30, 2019
Akademîsyenên Aştîxwaz
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekiribû. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 8ê Sibata 2019ê 473 akademîsyen hatine dadkirin. Her yek ji 87 akademisyenan salek û 3 meh; her yek ji 3 akademisyenan salek û 6 meh; akademisyenekê/î 2 sal 3 meh; her yek ji 2 akademisyenan 2 sal û 6 meh; akademisyenekî/ê 2 sal û mehek; akademisyenekî/ê 3 sal cezayê girtinê standiye. Bi vî awayî doza li ser 96 akademisyenan temam bûye û hemiyan cezayê girtinê standiye. Heta niho 11 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo 7 akademîsyenan salek 3 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 2 sal û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 3 sal cezayê mehkûmiyê hatiye dayin. Ji bo akademîsyenekî/ê biryar hêj nehatiye eşkerekirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 36. cezayê wan kesên HAGB nexwestîn kêm kir û 2 salan bi şertê kontrolkirinê cezayê akademîsyenan bi paş de da. Dadgeha Cezayên Giran a 32. Ji bo wan kesan ceza kêm kir lê dema cezadanê bi paş de neda. Dadgeha Cezayên Giran a 37. Hem ceza kêm nekir hem jî bi paş de neda. Pirsa HAGByê ji sê akademîsyenan nehat kirin. Yek ji akademîsyenên HAGB jê nehatî pirsin salek û 6 meh, yekî/ê salek û 3 meh, yekî/ê 2 sal û 3 meh cezayê girtinê standiye. Akademîsyenên ku ji 2 salan zêdetir ceza xwariye û dema cezayî nehatiye paşdedan dêli benda biryara îstinafê bimînin. Îstinaf dê biryarê pesend bike an jî betal bike. Heke pesend bike akademisyen dê biçin girtîgehan. 10 Adara 2016ê Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Yrd. Doç. Dr. Meral Camcı (31ê Adara 2016ê) di kongreyeka rojnamegeran de danezan xwend. Ew bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK 7/2) bi sûcê “propagandaya ji bo teröre hatin girtin. 22yê Nîsana 2016ê serbest bûn. Bi daxwaza dozgerî Wezareta Dadê destur da ku akademisyen bi sûcê “Sivikkirina(şikênandina qedrê) Gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên wê - TCK 301.” bene dadkirin. Dadkirina wan didome.
Dadgeha Qanûna Bingehîn di 26ê Tîrmeha 2019ê de biryar dabû ku mafê akademîsyenên aştîxwaz hatiye binpêkirin. (TP/FD)