Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên Aştîxwaz, derbarê operasyonên li hember Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de daxuyaniyek weşandine û gotine “Bila hevalên me demildest azad bibin.”
Akademîsyenên Aştîxwaz, di daxuyaniya xwe wiha gotine:
“Mamosteya me ya Akedemîsyena Aştiyê û siyasetmedar Beyza Ustun jî di nava wan kesan de ye ku bi sedema çalakiyên Kobaniyê yên sala 2014an hatine desteserkirin. Karê siyasetê ne sûc e. Em daxwaza demildest serbestiya hemû hevalên xwe yên di operasyona li ser HDPyê de hatine desteserkirin dikin ku mamosteya me Prof. Dr. Beyza Ustun, rêhevala me ya îmzakera aştiyê jî di nava wan de ye. Ji bo hemû girtiyên siyasî azadî.”
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê di 25ê Îlonê de li 7 bajaran ji bo 24 endamên Lijneya Birêvebirinê a Navendî(LBN) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryara desteserkirinê dabû. Siyasetmedarên HDPyî ji ber lêpirsîna derbarê çalakiyên Kobanê de hatibûn desteserkirin ku ev çalakî di 6-12ê Çiriya Pêşiya 2014an de pêk hatibûn.
Piştî biryara serdozger; Ayhan Bîlgen, Alp Altinors, Nazmî Gur, Altan Tan, Ayla Akat Aka, Emîne Ayna, Sirri Sureyya Onder, Bîrcan Yorulmaz, Gulfer Akkaya, Berfîn Ozge Kose, Dîlek Yaxli, Can Memîş, Gunay Kubîlay, Bulent Barmaksiz, Zekî Çelîk, Pervîn Oduncu, Îsmaîl Şengun, Alî Urkut, Cîhan Erdal, Emîne Beyza Ustun hatin desteserkirin.
Kesên hatibûn desteserkirin heman rojê li bajarên ku lê diman, biribûn Midûriyeta Polîsan a Enqereyê. HDPyiyên ku ji bo wan biryara 24 saetan qedexeya hevdîtina parêzeran hatibû dayin, 29ê Îlonê bi parêzerê xwe ve dest bi hevdîtina kiribûn. (AO/AY/FD)