Akademîsyen Hifzûllah Kûtûm ku li Zanîngeha Firat a Xarpetê (Elezîz) weke hîndekar kar dikir ji ber peyama “Bijî Kurdistanê” di 6ê Çiriya Paşiya 2021an de derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin û piştre jî bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” hatibû girtin, serbest bûye.
Hîfzûllah Kûtûmê ku li Zanîngeha Firata Elezîzê di Beşa Darayî, Zanîstên Îdarî û Îktîsatê de Peywîrdarê Lêkolînê bûye, ji ber ku li ser hesabê xwe yê medya civakî gotina “Bijî Kurdistanê” belav kiribû, ji wezîfeyê hatibû girtin.
Piştre hatibû desteserkirin û dadgehê biryara girtina wî dabû. Kûtûmî li ser îtiraza parêzerê wî îro serbest hatiye berdan.
Parêzer Mehmet Emîn Akar di tiwîta xwe de nivîsandiye : “Muwekîlê min Hifzullah Kutum ku di 6ê Çiriya Paşiyê de hatibû girtin, li ser îtîraza me 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpetê biryara azadkirina wî da.”
(AY)
*Çavkanî: Rûdaw, Ajansa Mezopotamya