Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Psîkologa Civakî Dr. Ozden Melîs Ulug bi teza xwe ya li ser pirsgirêka Kurd ku li Almanyayê li Zanîngeha Bremen Jacobsê amadekiribû ve ji hêla Navenda Lêkolînên Pevçûnan (ZfK) ya Zanîngeha Marburg Phillipê ve hêjayî Xelata Akademîsyena Ciwan ya Peter Becker hat dîtin.
“Em xelatan didin xebatên bijare yên piştgiriya aştiyê dikin”
Serokê ZfKê Prof. Dr. Susanne Buckley-Zistel di merasîma 20ê Çileyê de hat lidarxistin de got: “Em vê xelatê didin xebatên akademîk ku ew xebatana ji bo avakirina aştiyê ne tenê bi awayekî teorîk, pêşniyarên pratîk jî derdixin holê. Em vê xelatê ve wan xebatan rûmetir dikin.”
Prof. Dr. Susanne Buckley-Zistel got ku teza Ulug ne tenê xebateke akademîk e, her wiha ji bo pirsgirêkeke di rojevê de gelek pêşniyarên çareseriyê tîne ziman.
Xelatê xwe diyariyê Akademîsyenên Aştîxwaz kir
Akademîsyena ciwan ku piştî doktorayê li Zanîngeha Massachusetts Amherst weke lêkolîner dest bi xebatê kiriye, di axavtina xwe ya li merasîma xelatê de diyar kir ku wextek li Tirkiyeyê daxwaza çareseriya siyasî hebû lê êdî ji dest hatiye xistin. Ulug destnîşan kir ku ji 2015an vir ve şer dijwartir bû û xelatê ku dane wê jî diyariyê Akademisyenên Aştîxwaz kir.
Melîs Ulug got: “Hukimeta Turkiyeyê welatiyên li bajêrê welêt dijîn ceza kir. Piştre siyasetmedar, rewşenbîr û akademîsyenên aştîxwaz di bangewaziyên xwe de ji hukumetê daxwaz kirin ku ji nû ve dest bi pêvajoya muzakereyê bike. Di heman demê de 1128 akademîsyenên ji welêt û derveyê welêt danezanek belav kirin û ji dewletê xwestin ku bila şerê heyî rawestîne.”
“Piştî wê bangewaziyê derbarê wan akademîsyenan de lêpirsîn hat vekirin û ji gelek aliyan ve hedef hatin girtin. Bi taybetî piştî hewldana derbeya leşkerî di akademiyê de teswiyekirinê mezin destpê kir. Hema bêje li her zanîngehê gelek profesor, lêkolîner û endamên perwerdehiyê kirine qurbaniyên tedbîrên hukimetê. Heta îro 6 hezar û 986 akademîsyen bi KHKên OHALê ve bi awayekî kêfî ji wezîfeyên xwe hatin avêtin. Ji ber vê yekê ez vê xelatê diyariyê hemû akademîsyenên aştîxwaz dikim.”
“Çi bibe jî ez ê aştîxwaziya xwe bidomînim”
Ulug diyar kir ku wê taxmîn nekirye ku li Tirkiyeyê akademîsyenek ji ber aştîxwaziyê rastyî ev qas pirsgirêk û zextên mezin were û got:
“Çi bibe bila bibe, ez dev ji aştîxwaziyê bernadim. Ez weke derûnînasekê aştîxwaz di 6 salên dawî dê fêrî vê yekê bûm.”
“Tezeke ku çareseriya pevçûnan pratîze dike”
Ulug wiha behsa teza xwe dike:
“Di teza xwe ya doktorayê de min xwest ez bizanibim ka aliyên civakê pirsgirêka kurd çawa dibîne. Ez bi kurtasî bêjim eger mirov weke pîrmîteke bîne ber çavên xwe li herî jor elîtên siyasetmedar, di ortê de akademisyen û rojnameger û di bin de jî ji gelek nerew, ol û aliyan jî gel bi xwe heye.
“Min di teza xwe de îdia kiri ku ji bo aştiyeke mayîn de divê her aliyên civakê di nav pêvajoyê de cih bigirin. Bo vê yekê min bi taybetî bi parlementerên 4 partiyên di meclisê de ku derbarê pirsgirêka kurd daxuyanî didin û tevli nîqaşan dikin re xebatek kir. Piştre min bi gelek akademîsyen û rojnamegerên li Enqere û Stenbolê ku derbarê pirsgirêka Kurd de lêkolînan dikin û nûçeyan çêdikin re jî xebatek pêk anî. Di dawîya de min bi gelek welatiyên ku ji aliyên cuda ên civakê ne re xebatek pêk anî.
“Min bi vî awayî derbarê pirsgirêka Kurd de xalên sereke ku hemû aliyên civakê tîne ziman derxist holê. Li aliyekî din jî derket holê ku ew aliyên li ser pîramîtê derbarê çareseriya şer de di kîjan mijaran de wekê hev difikirin û di kîjan warê de helwestên wan ji hev cuda ne. Bi vî awayî teza min ne tenê xebateke teoriyê, her wiha bû pratîkeke ji bo çareseriyê.”
Melis Ulug kî ye?
Di sala 1987an de hatiye dinê. Di sala 2010an de li Zanîngeha Orta Dogu Teknikê di beşên xebatên siyasetê û psîkolojiyê de perwerdehiya lîsansê kiriye. Di heman salê li Îrlandayê li Queen’s University Belfastê di beşa psîkolojiya polîtîk de dest bi masterê kir. Di sala 2011an de masterê xelas kir li heman zanîngehê di warê psîkolojiya civakî de dest bi doktoroyê kir. Salek şûn de ji ber ku şêwirmendê wî biryar daye ku biçe Almanyayê Zanîngeha Jacobs Bremenê, wê jî biryar daye ku pê re biçe wir.
Doktoraya wê di sala 2016an de qediya ew li Amherstê weke lêkolîner dest bi xebatê kir.
Di damazerinerên erktolia ku platforma online ya li dijî zayendperestê ye de cih girt. Her wiha di nav Akademîsyenên Aştîxwaz de cih girt û danezana ‘Em Nabin Hevparê vê Sûcê’ jî îmze kir.
(SS/ÇT/YO)