Akademîsyena aştîxwaz Asli Aydemîr tehliye bû
Asli Aydemirê bertek nîşanî koma ku êrîşî ofîsa kovara mîzahî LeManê kiribû, dabû û ji ber vê yekê hatibû girtin. Piştî 6 mehan Aydemîr tehliye bû.
Di 30ê Hezîranê de êrişî kovara LeManê kiribûn. Akademîsyena aştîxwaz Asli Aydemîrê bertek nîşanî vê yekê dabû di 4ê Tîrmehê de hat girtin. Aydemîr piştî şeş mehan serbest bû.
Agahiya serbestbûna Aydemirê, Akademîsyenên Aştîxwaz li ser medyaya civakî ragihandin.
Di daxuyaniya xwe de, akademîsyenan gotin, "Mamosteya me ya xoşewîst Asli Aydemîr, di 4ê Tîrmeha 2024an de ji ber ku li hember koma ku êrîşî kovara LeMan kiribû paşve gav neavêt hatibû girtin û ji şeş mehan zêdetir bû bi awayekî neqanûnî di girtîgehê de bû. Her weha ji bo wê biryara berdanê hate dayîn."
Aydemir bi tohmeta ku " li dijî polîsan li ber xwe daye" û "bi zanebûn birîndar kiriye" hatibû girtin û îdîanameya wê bi mehan nehatibû amadekirin.
(AB/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.