Weşanxaneya Nûbiharê meha Îlonê pirtûka “Tarîxa Hesenkêfê” ya bi navê “Nuzhetu’n-Nazir we Rahetu’l-Xatir” çap kiribû. Lêkolîner, akademîsyen Yûsûf Balûkenê ev pirtûk amade kiribû.
Niha jî wê Yûsûf Balûken, li Stenbolê, li Weqfa İsmail Beşikçiyî behsa vê pirtûkê, dîroka Heskîfê û çîroka peydakirina pirtûkê bike.
Panel wê 9ê Çiriya Paşiyê, roja yekşemê saet di 17.30 deqîqeyan de dest pê bike. Xwediyê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk wê modetarotê panelê be.
Bixwîne - Dîroka Heskîfê ya ku wê di bin avê de bimîne hatiye weşandin
Derbarê pirtûkê de
---
Pirtûka ku hatiye weşandin behsa dîroka bajarê Heskîfê ya du serdeman dike ku wê di bin ava Bendava Ilisuyê de bimîne.
Pirtûk di periyoda dîrokî ya navbera “Tarîxu Meyyafariqîn”aÎbnul-Ezreq û “Şerefname”ya Şerefxanê Bedlîsî de ji bo dîroka kurdan çavkaniyeke girîng e. Pirtûk him behsa tarîxa dewleta Eyûbiyan dike ku piştî mîrektiyên kurdan ên bi navê Merwanî, Şedadî, Hesenweyhî, Rewadî, Hezbanî û Fezleweyhî hatiye avakirin him jî agahiyên serdema avabûna mîrektiyên kurdan ên beriya Osmaniyan dide ku ev agahiyana di ti çavkaniyên dî de peyda nabin.
Herweha derbarê mîrektî û eşîretên kurdan ên Bohtî, Rojkî, Suleymanî, Zirkî û Mihranî û eşîreta ereban a Mehelmî û qebîleyên turkmen ên Qereqoyinlî jî de zanyarî hene.
Çavlirê ye ku Nuzhetu’n-Nazirê ya ku li ser navê gund û bajaran û li ser etîmolojiya wan jî qeydan di nava xwe de dihewîne, ji bo akademîsyen û vekolerên ku di qada tarîxa kurdan de dixebitin dê bibe çavkaniyeke girîng. (FD)