Nukhet Sîrman yek ji akademîsyenê aştiyê û di Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê de weke akademisyen kar dike. Sîrman duh hat desteserkirin. Hat aşkere kirin ku Sirman ji bo lêkolîna qadê bi kesekî re axiviye û bi sedema ku ew kesa di bin şopandina teknîkî de bûye desteserkirin e.
Nûkhet Sirman damezrîner û şirîkê Dissensus Lêkolînê ye û duh êvarê ji ber ku yek ji kesên ku li Mêrsînê di dema xebatên xwe yên qadê de pê re hevdîtin pêk anî di bin şopandina teknîkî de bûye, ji mala xwe ya li Girava Burgazê hat desteserkirin. Sirman piştî hat desteserkirin birin Rêvebiriya Emniyetê a Mêrsînê.
Tê payîn ku Sirman roja duşemê wê ji bo îfadeyê bişînin dozgeriyê.