Li Weqfa İsmail Beşikçiyî ya Stenbolê akademîsyen û lêkolîner Adnan Çelîk wê semînerekê derbarê “Têkoşeriya Polîtîk a Kurdan li Ewropayê” bide. Bername wê 11ê Kanûna Paşiyê saet di 14.30 deqîqeyan de dest pê bike. Çelîk wê di bernameyê de wê li ser salên 1950 û 1960î aktîvîzma siyasî ya kurdan a li Ewropayê bisekine. Bi taybet jî wê li ser Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropa (KXKE) nirxandinan bike û zanyariyan bide.
Moderatora bernameyê Kubra Sagir e.
Komeleya navborî di sala 1956an de li Almanyayê ji aliyê 17 xwendekarên kurd ve hatiye damezrandin û di demeke kurt de bûye referanseke sereke ji bo têkoşeriya siyasî ya kurdên li Ewropayê. Heman komele, piştî pêşketinên li Herêma Kurdistanê gihîştiye 18 şaxan û bi hezaran endamên wê çêbûne. Salên 1960î yên ku li hemû cîhanê wekî dehsaliya "ciwanên şoreşger" tête pênasekirin, ji bo Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropa jî bi heman rengî hatiye diyarkirin û ji kurdan re mîrateyeke veşartî hiştiye. Di vê pêşkeşiyê wê Adnan Çelîk hew bide ku ew mîrateya veşartî ya salên 1960î derkeve holê û nexşeyeke tora milîtanîzma çandî û siyasî ya xwendekar, rewşenbîr û pênaberên kurd çêbibe. (FD)