Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ajansa Dermanan a Ewropayê(EMA) biryara xwe ya têkildarî bikaranîna doza 3em ya vaksîna Pfîzer/Bîontechê ji bo kesên temenên wan li ser 18an ne aşkere kiriye. Bîontech bi teknolojiya mRNAyê hatibû çêkirin.
Ajansa Dermanan a Ewropayê serlêdana ji aliyê Pfîzer/Bîontech, şîrketa dermanan ve hatibû kirin nirxandiye û bikaranîna doza 3em ya vaksînê ji bo kesên temenê wan li ser 18an ne pesend kiriye.
Doza sêyemîn ya Bîontechê li ser kesên xwebexş yên temenên wan di navbera 18 û 56an de hatibû ceribandin. Ajansa Dermanan a Ewropayê jî li gorî daneyên ceribandinê serlêdana Pfîzer/Bîontechê pesend kiriye.
(DE/HA/AY)