Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ajansa Anadolûyê (AA) duh di saetên êvarê de peyameke Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî weşandiye. Ocalanî di peyama xwe de derbarê hilbijartina Stenbolê ya 23yê Hezîranê de hin nirxandin kiriye. Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Ocalanî ji HDPyê re gotiye ku di hilbijartina Stenbolê de bêalî bin.
Ozcanî nameya Ocalanî ragihandiye
Di saetên pêş de derket holê ku Doç. Dr. Ali Kemal Ozcan, Serokê Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Mûnzûrê li Dêrsimê, nameya Ocalanî bi raya giştî re par ve kiriye. Li gorî zanyariyan Ocalanî ev name di 18ê Hezîranê de nivîsandiye. Ozcanî gotiye, “Dewletê hewcedarî pê dît û ez çûm Îmraliyê”.
Piştî vê zanyariyê Sezaî Temellî, Hevserokê HDPyê û parlamenterê HDPyê Ahmet Şik û parlamenterê berê Ziya Pîrî li ser hesabên xwe yên Twitterê derbarê vê mijarê de peyam belav kirine.
Temelliyî nivîsiye ku divê li bendî daxuyaniya parêzerên Ocalanî bê sekinandin. Ziya Pîrî nûçeya Ajansa Anadolûyê weke “nûçeyeke derew” bi nav kiriye û gotiye “Dengên HDPyiyan ji Îmamoglûyî re ne”.
Ahmet Şikî jî bi tirkî û kurdî gotiye “Hert tişt wê pir baş be”
Her tişt wê pir baş e. https://t.co/h3rkwawsU7
— ahmet şık (@sahmetsahmet) 20 Haziran 2019
Parêzerên Ocalanî nameya Ocalanî par ve kiriye
Biroya Hiqûqê ya Asrinê di heman saetan de li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye ku ew ê sibehê (yanî îro) derbarê mijarê de daxuyaniyekê bidin.
Biroyê îro daxuyaniyeke nivîskî li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye û nameya Ocalanî jî pê ve kiriye.
Di vê nameyê de jî Ocalanî wiha gotiye ku di nameya Doç. Dr. Ali Kemal Ozcanî belav kiriye de jî heman tişt hene: “Divê em bibînin ku wê di dema pêş de him pirsgirêken civakî yên navxweyî him jî yên herêmî û kurewî girantir bibin. Ji ber wê ye ku parastina helwesta rêya sêyem gelekî girîng û biwate ye. Ji ber wê ye ku divê feraseta rêkeftina Demokratîk a HDP nûnertiya wê dike, nekin alî û sparteka nîqaşên hilbijartina di rojevê de ye. Giringî û wateya dîrokî ya Rêkeftina Demokratîk ew e ku xwe nexe nava dubendiyên heyî û di hilbijartinan de xeta xwe ya bêalî biparêze ku heta niha bi vî awayî bû ev helwest.”
Karayilan: HDPyê biryara xwe daye
Duh di saetên şevê de Mûrat Karayilan, yek ji rêveberên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî ye û wiha gotiye: “HDP û saziyên din ên demokratîk, saziyên civaka civîl di vê mijarê de biryara xwe dane. Li dijî faşîzmê wê li demokrasiyê xwedî derkevin”. (EMK/FD)