Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ahmet Yener weke Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) hatiye bijartin. Mûharrem Akkaya dema wezîfeya wî qedîya ye û di dengdanê de Ahmet Yener ketiye şûna wî.
Piştî merasîma sondxwarinê ya endamên nû yên YSKê Alî Çopur, Îsmaîl Kalender, Feyzî Eroglû, Talip Bakir û Serdar Mûtta ji bo serokê lijneyê û cîgirê serokê lijneyê hilbijartin hatiye kirin.
Di encama hilbijartinê de Ahmet Yener bûye serokê YSKê. Her weha ji bo cîgirê serokê YSKê jî Ekrem Ozubek hatiye hilbijartin.
Muharrem Akkayayê ku dema wezîfeya wî qediyaye, piştî ku wezîfeya xwe wî radestî Ahmet Yenerî kiriye ji saziyê hatiye oxirkirin.
Ahmet Yener di 22ê Kanûna Pêşiya 2011an de weke Endamê Dadgeha Bilind hatibû bijartin. Her weha Yener weke Endamê 22emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind wezîfeya xwe didomand.(AO/AY)