Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Hevşaredarê Bajarê Mezin û Ahmet Turk û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli ku li Stenbol û Kocaeliyê girtîbûne, sewqî Girtîgeha Xarpêtê hatin kirin.
Ahmet Turk îro di saetên sibehê de ji Girtîgeha Silivriyê hat derxistin.
Parêzerên Turk beriya niha daxwaz kiribûn ku ji ber doza derbarê wî de li Mêrdînê tê dîtin divê ew sewqî dadgehê werte kirin.
Tê payîn ku ji ber nexweşiyê roja Çarşemê dîsa bibin Turk bibin nexweşxaneyê û heyeta tenduristiyê derbarê wî de raporek pêşkêş bikin.
Firat Anli jî duh hatibû sewqkirin
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli ku piştî hate girtin ji wezîfeyê jî hate avêtin û li Girtîgeha Kandirayê de bû, duh sewqî Girtîgeha Xarpêtê hat kirin.
(EKN/YO)