Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ku ku ev demek e di hepsa Silivrî de ye, bi riya parêzerên xwe nameyek ji raiya giştî re şand. Turk ji bo gotin û nûçeyên derheqê rewşa tenduristiya xwe de got: Belê gazincên min hene, lê ji rewşa tenduristiyê wêdetir ji bo rewşa hiqûqê gazincên min hene”
Ahmet Tur di nameya xwe ku ji Girtîgeha Silivriyê bi parêzera xwe Oya Oznur ve şadî de wiha dibêje:
“Pîvandina pîlê dilê min hat kirin. Tehlîlên mîz û xwînê hatin girtin. Lêbelê encamên wan tehlîlan nedane min. Gotin wê raporek amade bikin. Bêjîşkê çav ez mûayene kirim. Wî bêjîşkê ji min re got 'ji ber kataraktê divê ji sedî sed emeliyat bibim'. Di xwendinê de zehmetiyê dikişînim. Av li her du çavên min kom dibe. Ji van bêhtir, ji bêhiqûqiya li me tê kirin aciz im.
“Bi rengekî neheq em girtine. Wekî din, îşkenceyê dikin. Tecrîd îşkence ye. Ji ber rewşa min a tenduristiyê em du kes bi hev re dimînin. Lêbelê hevalên din bi tena serê xwe ne, tecrîdkirî ne. Ya ku tê kirin ne tenê bi referandûmê re eleqedar e. Bi bêdengkirina şoreşger, demokrat, Kurdan û mûxalîfan ve rê li ber dîktatoriyê vedikin. Gelê Tirkiyeyê wê rojekê hesabê vê zilmê bipirse. Şert e ku li dijî faşîzmê eniyeke demokratîk bê avakirin. Divê em hevgirtineke xurtir ava bikin."
Ji Wezareta Dadê daxuyanî
Mudiriyeta Girtîgehan ku girêdayê Wezareta Dadê ye duh derbarê rewşa Ahmet Turk de daxuyanî dabû. Daxuyaniya wezaretê bi vî rengî ye:
“Ahmet Turk ku li Girtîgeha Silivriyê tê girtin, di 24ê Mijdarê de li girtîgehê hatiye muanekirin. Ji ber ku pîl li dilê wî hatiye girêdan, di 30ê Mijdarê de sewqî Beşa Beşa Kardiyolojiyê ya Nexweşxaneya Silivriyê hatiye kirin. Di 30ê Mijdarê û 6ê Kanûnê de hewl hatiye kirin ku ew biçe nexweşxaneyê, lê her du caran jî ew ji ber sedemên cuda vê yekê red kiriye.”
“Ew di 20ê Kanûnê de sewqî Nexweşxaneya Mehmet Akif Ersoy hatiye kirin û li wê hatiye dermankirin. Ji re li wir gotin ku divê 6 mehan careke ew ji bo pîlê di dilê xwe biçe kontrolê. Ahmet Turk daxwaza pêşwextkirina cezayê xwe nekiriye, lê Saziya Ceza Înfazê bi awayekî mecbûrî di 19ê Kanûnê de derbarê mijarê de dest bi muameleyan kiriye.
“Di vê çarçoveyê de wê di 5ê Çileyê de Ahmet Turk careke din sewqî Nexweşxxaneya Dewletê ya Silivriyê were kirin û piştî rapora lijneya tenduristiyê, wê muameleyên li tîpa edlî jî destpê bike.”
(ÇT/YO)