Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, bi Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw re hevdîtin kir. Xoşnaw ji bo 16em Pêşangeha Mezopotamyayê hatiye Amedê.
Turk bi rêya Xoşnaw silav û pêzanînên xwe pêşkêşî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û xwest ku rêveberiya herêmê roleke sereke di destpêkirina pêvajoya aştiyê de li Tirkiyeyê bilîze.
Li gor nûçeya K24ê, di daxuyaniya walîtiya Hewlêrê de, Ahmet Turk ji Xoşnaw re gotiye, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo lihevkirineke ku hukumeta Tirkiyeyê girtiyên siyasî serbest bike û hevdîtinên aştiyê bê şert û merc bide destpêkirin, însiyatîfê bigire.
Waliyê Hewlêrê Xoşnaw jî pîrozbahî li şaredarên din jî kir û hêviya serkeftinê di erkê wan de xwest û diyar kir ku Serok Barzanî hertim tekezî li ser pêvajoya aşitî û berdewamiya danûstandinan kiriye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim weke hêmaneke aramiyê û beşeke çareseriyê tevgeriyaye.
Umêd Xoşnaw destnîşan kir ku çareseriya aştiyane daxwazeke rewa ye û pêwîste hemû aliyên siyasî piştevaniya wê bikin û got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye di vî warî de her cure gav biavêje.
Xoşnaw, bi Zeydan re jî hevdîtin pêk anî
Waliyê Hewlêrê piştre bi Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan re civiya.
Li gorî daxuyaniya walîtiyê, Abdullah Zeydan bi rêya Waliyê Hewlêrê silav û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr kiriye.
Piştre girîngiya dîrokî ya Wanê û herêmê di warê hunerî, çand û geştiyariyê de bi giştî hate nîqaşkirin û behsa mijarên aborî û bazirganî yên herêmê hatin kirin.
(AEK/AY)