Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ahmet Şik di 30ê Kanûna Pêşiyê de hat girtin. Şik ji 3yê Kanûna Paşiyê ve di Girtîgeha Sîlîvrîyê de ye.
Ahmet Şik û hevsera wî îro li girtîgehê hev dîtin.
Ahmet Şikî ji bo bianetê peyamek şand.
“Wek gelek kesên di girtîgehê de ez dizanim ez jî ji ber referandûmê di girtîgehê de me. Ti ferq di navbera dozgerên vê demê û dozgerên cimaetê de nîne. Heke ez li derve jî bûma min ê bigotiya ku ji hemî desthilatên dîkte re NA”
Çi bûbû?
Ahmet Şik ji ber Twîtên xwe û nûçeyên xwe di 29ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê de hatibû desteserkirin. Mijara desteserkirina wî ji parêzerên wî re nehat gotin lê ji bo Ajansa Anadolûyê hatibû şandin.
Lêpirsîn ji ber hin Twîttên wî û nûçeyên wî yên li malpera Rojnameya Cumhuriyetê belav bûyîn hatiye vekirin.
Ew bi "propagandaya rêxistina terorî" û "şikandina rûmeta dewletê û organên medyayê" tê sûcdarkirin.
Ahmet Şik di 30ê Kanûna Pêşiyê de hat girtin. Şik ji 3yê Kanûna Paşiyê ve di Girtîgeha Sîlîvrîyê de ye.(EKN/MB)