Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hat zanîn ku Ahmet Şikê rojnameger ji beriya du rojan ji Girtîgeha Metîsê ji bo Girtîgeha Silîvrîyê hatiye birin.
Ahmet Şik dema ji bo lêpirsîna Oda TVyê dihat dadkirin 375 rojann li Girtîgeha Silîvrîyê mabû.
Şik bi tometa “propagandakirina ji bo FETO(Rêxistina Terorî ya Fethullahgir) û PKK(Partiya Karkerên Kurdistanê)” tê dadkirin.
Bixwîne: Ahmet Şik dîsa hat girtin
Ahmet Şikî di cara borî de ji ber ku li ser Cemaeta Fethullah Gûlenî kitêbeka bi navê Artêşa Melayî(Imamin Ordusu) nivîsîbû hatibû girtin.
Ahmet Şik vê carê ji ber parvekirinên di Twîtterê de hatiye girtin. (HK/MB)