Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Rojnameger Ahmet Şik ku ji ber parvekirinên di twitterê de roja pêncşemê hatibû binçavkirin, duh ji hêla dadgehê ve hat girtin.
Dadweriya Sulh Cezayê ya Stenbolê bi îdiayên ‘propagandaya rêxistinên FETO, DHKP-C û PKKê kiriye’ derbarê Şik de biryara girtinê da.
Ahmet Şik kî ye?
Di sala 1970an de li Edeneyê hatiye dinê.
Li Zanîngeha Stenbolê beşa ragihandinê xwendiye.
Navbera salê 1991-2007an de li rojnameyên Cumhuriyet, Evrensel û Yeni Yuzyilê û piştre jî li Kovara Nokrayê xebitî.
Dema 2005an de li Radikalê dixebitî ji ber pere wî nedidan doz li Dogan Grupê verkiriye û ji ber vê yeke ji kar hatiye derxistin.
Ji qanûna 301an hat dadkirin
Ahmet Şik ji ber nûçeyên wî yên derbarê qeilkirina Hrant Dink û operayona ‘Hayata Donuşê’ kul i zinadanan hatibû kirin û gelek kes hatibû qetilkirin ve derbarê wî doz hat vekirin. Ew ji qanûna 301an hate dadkirin.
Doza Oda TVyê
Ahmet Şik ku her dem bi helwesta xwe ya muxalif hatiye naskirin di sala 2011an de ji ber pirtûka ‘Kontrgerilla ve Ergenekon’ ku bi Ertugrul Mavioglu ve nivîsîbû hatin dadkirin. Di doza ku derbarê wan de 3 sal ceza dihat xwestin de beraet bûn.
Ew ji ber rojnamgeriya muxalif û lêkolînên derbarê Cemaeta Fetuulah Gulen de dikir di sala 2011an de ligel rojnameger Nedîm Şener ve bi îdiya ‘endamên ergenekonê ne’ hatin girtin.
Her du rojnameger di 12ê Adara 2012an de tehliye bûn.